Sunday 20 October 2013

3 rêbazên ji bo piştgiriya Firefoxa Kurdî

Teknolojî her roj bi pêş ve diçe, lê mixabin em kurd jê bêpar in. Me ne xêrxwazên dewlemend ne jî sazî û dezgehên xurt hene ku piştgiriya vî karî bikin. Lê em dizanin ku wekî me bi hezaran têkoşerên zimanê kurdî hene.

Eger tu dixwazî piştgiriya teknolojiya kurdî bikî lê nizanî çawa, fermo, em sê deriyan li ber te vedikin.






1- Eger kurdiya te têra wergerandinê nake, dikarî bibî bikarhênerekî/e Firefoxa kurdî.
Ji girêdanka li jêrê Firefoxa Kurdî jêbar bike û bi kar bîne. (Eger li gorî te wergera hin tiştan çewt e, ji kerema xwe re me agahdar bike ku em rast bikin.)
http://goo.gl/bdmIQz

2- Her wisa dikarî Firefoxa kurdî li qada medyaya civakî bidî nasîn.
Rûpela Facebookê ya Firefoxa Kurdî biecibîne û ji pêşketinên nû agahdar bibe. (Dikarî çewtiyên wergerê û pirsên xwe li ser vê rûpelê binivîsî.)
http://facebook.com/FirefoxKU

3- Eger kurdiya te têra wergerê dike, jixwe tu zêrê zer î û em li te digeriyan.
Beşdarî koma wergerê bibe. (Her hefte hevokek be jî dikarî wergerînî.)
http://mozilla.locamotion.org/ku


Pisporê kurdî yî û dema te tune ye ku bi karên wisa re mijûl bibî? :)
Nexwe hema mehê saetekê be jî bikeve malpera ferhenga teknîkî û bibe alîkar ku ferhengeke teknîkî ya kurdî bê çêkirin. Ferhengeke berfireh dikare ji bo wergerandina hemû beşên teknîkî bibe alîkar.
http://ferheng.org/wiki/doku.php/ferheng:destpêk

No comments:

Post a Comment