Tuesday 24 December 2013

Bandora Kurdî li Firefoxê

Bi du mînakan bandora kurdî ya li ser Firefoxê.

Google li ser FIrefoxa kurdî wisa vedibeMînaka 1emîn: Guherîna Googleê. Wekî tê zanîn, Google bi kurdî-kurmancî weşanê nake. Û Firefox, wekî motora lêgerînê ya standard, Googleê bi kar tîne. Gazinca me ji Firefoxê ev bû: Dema tu li ser Firefoxê Googleê vedikî, Google berê xwe didê ka zimanê Firefoxê çi ye, û dema dibîne kurdî ye, xweber Googlea kurdî vedike. Ji ber ku Googleê dibêje kurdî=soranî-tîpên erebî, ev rewş ji bo bikarhênerên Firefoxa kurdî (ku bi kurmancî û tîpên latînî ye) dibe sedema diltengiyê. Lê niha rewş guheriye. Firefoxê çareyek dît. Wekî ji wêne jî diyar dibe, dema tu bi Firefoxa kurdî dikevî Googleê, Googlea kurdî-soranî vedibe, lê li jêrê jî Google zimanê welatê tu lê dijî pêşniyar dike.

Mînaka 2yemîn:
Hemû ziman xwedî hin taybetiyên xweser in. Lê hin taybetiyên kurdî hene di zimanên din de tune ne yan hîç tune ne, yan jî di du-sê zimanan de hene/hebûne. Ji ber hindê jî, carnan gelekî zehmet dibe ku mirov ji yekî kurdînezan re behsa hin taybetiyên kurdî bike û bide têgihîştin.
Mijara cînavkan (Ez/Min, Tu/Te) yek ji van taybetiyan e. Mînakeka din jî yekjimarî/pirjimariya di kurdî de ye. Ev taybetiya kurdî di gelek wergerên teknîkî de dibû pirsgirêk.
Wekî mînak, bi înglîzî dibêjin '1 download has been completed' '2 downloads have been completed' lê di tirkî de dibêjin '1 indirme tamamlandı' '2 indirme tamamlandı'.
Dema ku ev hevokên li jorê bi zimanê teknîkî bên nivîsandin, wisa tên nivîsandin:
'#1 download has been completed' '#1 downloads have been completed' '#1 indirme tamamlandı' '#1 indirme tamamlandı'.
Yanî '#1' dibe guherbarek; carna 1 e, carna 2 ye, carna 3, 4 yan jî hejmareke din e.
Eger em vê hevokê bi zimanê teknîkî li kurdî wergerînin, dê wisa be:
'#1 jêbarkirin temam bû' '#1 jêbarkirin temam bûn' (jêbarkirin==daxistin=download, temam bû=qediya=çû serî=completed)
Eger guherbara me 1 be, dê wisa bibe: 1 jêbarkriin temam bû. Lê ev li kurdî nayê. Di kurdî de em dibêjin, 'jêbarkirinek temam bû'.
Lê niha rewş hatiye guhertin. Wekî ji wêne jî diyar e, dema guherbar '1' be, ne bi reqemê tê nivîsandin: Jêbarkirinek temam bû;#1 jêbarkirin temam bûn


Amed Çeko Jiyan